30 Nîsan 2016•Rojanekirin: 30 Nîsan 2016
VAN
Li Wanê 3 kesên di çarçoveya operasyona dijî terorê da hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Şaxa Tevgera Taybet, Têkoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr ji bo eşkerekirina çalakiyên rêxistina terorê li Îpekyolu, Ercîş û Baxçesarayê operasyon kirin.
Di operasyona li Baxçesarayê da B.Y. yê ku di Serokatiya Bajêr a DBPê da dixebitî û hewl dida ku ji rêxistinê ra endaman bibîne, li Ercîşê ji ber îlankirina rêveberiya xweser A.Ç.yê, li Baxçesarayê ji ber propagandakirina rêxistina terorê C.T. hatin binçavkirin.
B.Y, A.C. û C.T. piştî karûbarên li ewlekariyê sewqî dadgehê kirin û der heqê wan da bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê", kirina propagandaya rêxistina terorê" û "alîkirina rêxistina terorê" va biryara girtinê hat dayîn.