Haydar Şahin
19 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2018
ANKARA
Wezîrê Parastina Neteweyî Nûrettîn Canîklî der barê operasyona Efrînê de got: "Wekî ku Birêz Serokomarê me jî got, ev operasyon dê were kirin. Lêbelê dem û saeta wê ji bo biserketina herekatê parçeyekî planê ye. Ji ber vê yekê jî di vê çarçoveyê da çi lazim dike tê kirin. Hemû xet û hebûna terorê ew ê ji bakurê Sûriyeyê were paqijkirin. Wekî din çare tune."
Canîklî, di qenala televizyonê A Haberê de li ser rojevê nirxandin kirin.
Wezîrê Parastina Neteweyî Canîklî ji bo daxuyaniya Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ku li ser Efrînê da wiha got: "Nirxandineke beredayî û vala ye. DEAŞ ji holê rabûye. Ev daxuyanî nîşan dide ku DEAŞ ji bona Amerîka tesîra xwe li hin herêman zêde bike û bihêz bibe amûrek e. Helwesta 'Talûkeya herî mezin DEAŞ e, loma jî divê her kes li dijî DEAŞê polîtîkayên xwe eşkere bike û li gor wê tevbigere" daxuyaniyeke vala û beredayî ye. Bi fermî hat îlankirin talûkeya DEAŞê ji holê rabûye. Li Iraq û Sûriyeyê talûkeya DEAŞê ji holê hatiye rakirin. Ji ber vê jî daxuyaniya 'Divê her kes bala xwe bide ser DEAŞê' daxuyaniyeke bêwate ye."
Canîklî der barê operasyona Efrînê de jî wiha axivî: "Wekî ku Birêz Serokomarê me jî got, ev operasyon dê were kirin. Lêbelê dem û saeta wê ji bo biserketina herekatê parçeyekî planê ye. Ji ber vê yekê jî di vê çarçoveyê da çi lazim dike tê kirin. Hemû xet û hebûna terorê ew ê ji bakurê Sûriyeyê were paqijkirin. Wekî din çare tune."