Nihat Kavşut
19 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2018
DIYARBAKIR
Xubar û toza ji ser Sûriye û Iraqê va tê tesîrê li Diyarbekir, Şirnex, Mêrdîn û Şanliurfayê dike.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 15emîn ya Meteorolojiyê li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ba û bagera ji başûr û rojhilatê başûr va tê bi xwe ra xubar û tozê jî tîne.
Li herêmê ji ber baranê û xubar û toza tê herî çêdibe û li gor agahiyan wê heta êvarê tesîra xubar û tozê dewam bike.
Di serî da Mêrdîn bi taybetî li herêmên li ser sînorê Sûriyeyê rengê hewayê sorgewezî ye û mesafeya dîtinê jî kêm bûye.
Li Mêrdînê gelek malbatan zarokên xwe dernexistin derva û bi xwe çûn karnameyên zarokên xwe hildan.
Ji welatiyan Hasan Ozsoy diyar kir berê jî xubar û toz çêdibû, lê îcar zehf zêde ye.
Li Nisêbînê ji ber mesafeya dîtinê kêm bû şaredariyê lembeyên kuçe û kolanan vêxist û ekîbên Midûriyeta Tenduristiyê jî maske li welatiyan belav kirin.
Walîtiya Mêrdînê ragihand ji ber xubar û tozê astengdar, nexweşên kronîk û jinên bihemle yên di saziyan da dixebitin wê îro nexebitin.
Ji ber xubar û tozê balafira sefera Îzmir û Mêrdînê dikir daket Balafirgeha Diyarbekirê û seferên Enqere û Mêrdînê dualî hatin betalkirin.
Saffet Yavuzê Midûrê Tenduristiyê yê Mêrdînê diyar kir kesên ji qelb û bêhna xwe nexweş in û zarok û kal û pîr ji ber xubar û tozê di xetereyê da ne.