27 Adar 2016•Rojanekirin: 27 Adar 2016
MUŞ
Muş navend, li 8 bajaran di çarçoveya jêpirsîna "Rêxistina Terorê ya Fetullahçî/Rêxistina Paralel (FETO/PDY)" da 16 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, Serdozgeriya Komarê ya Muşê di çarçoveya jêpirsîna FETO/PDYê da li Muş, Stenbol, Agirî, Enqere, Îzmir, Aydin, Balikesîr û Elazigê di heman demê da operasyon hat kirin.
Di operasyonê da 10 li Mûşê, bi tevahî 16 gumanbar hatin binçavkirin, polês li kesekî jî digere.
Li ewlehiyê îfadeya gumanbaran didome.