11 Mijdar 2015•Rojanekirin: 12 Mijdar 2015
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê endamên PKKê dema ku wesayîta bizirx a polêsan derbas dibû bombeya bidestçekirî teqandin. Di teqînê de 3 polês şehîd ketin, polêsek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyan li kolana 47emîn a taxa Şehîd Harûn Boy dema ku wesayîta bizirx a polêsan derbas dibû terorîstan bombeya bidestçekirî ku berê bi cih kiribûn teqandin. Di teqînê de 4 polêsên di wesayîtê de birindar bûn. Birîndar rakirin Dexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Hat ragihandin ku digel hemû mudexeleyan 3 polîs şehîd ketin. Piştî bûyerê bi terorîstan re şer dest pê kir. Li navçeya ku dengê çekan tê, şer dewam dike.