03 Gulan 2016•Rojanekirin: 03 Gulan 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê, operasyona ku dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê dewam dike, ji sedî 80 temam bû.
Li Şirnexê operasyona "Şehît Cendirme Ustegmen Mehmet Çîfcî" a ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û hêzên ewlehiyê di 14ê adarê da piştî qedexeya derketina derva ji bo qefaltina terorîstan, ser girtina kozikan û rakirina berîqatan da dest pê kirin bi biryar berdewam dike.
Çavkaniyê ewlehiyê ragihand ku ji sedî 80yî operasyon temam bû, terorîstên li Taxa Bahçelîevler, Gazîpaşa û Îsmetpaşa xistin kontrola xwe.
Cendirme û tîmên tevgera taybet a polêsan bangewaziya "werin teslîm bibin" dike.
Di 24 saetên dawî da 7 terorîst hatin kuştin, di roja 50yemîn a operasyonê da hejmara terorîstên ku hatin kuştin gihîşt 290î.
Terorîstên PKKyî ji aliyekî va li hemberî hêzên ewlekariyê bertek nîşan didin, bi roketavêj, teqemeniyên destî û çekên lûledirêj êrîşê hêzên ewlehiyê dikin, ji aliyê din va jî xaniyên ku jê vedikişin didin ber agir.
- 3 hezar û 163 xaniyan da lêgerîn hat kirin
Hêzên ewlehiyê di 50 rojî da 159 berîkat rakirin, ser 21 çalan girtin û 843 teqemeniyên destî îmha kirin.
Li navenda bajêr ku hê li wir qedexeya derketina derva dewam dike, heta niha di 3 hezar û 163 xaniyan da lêgerîn hat kirin.
Ekîbên têkoşîna bi terorê ra, li herêmên ku berê lêgerîn hatibû kirin cardin lêgerînê dikin û ji bo rê libergirtina reva terorîstan tedbîran hildidin.
- Ji bajêr dûman radibe
Operasyon bi tevkariya TSK û hêzên ewlekariyê dewam dike, ji bajêr dûman radibe. Pisporên bombeîmhekirinê teqemeniyên ku terorîstan bi cih kiribûn yeko yeko îmha dikin. Herwiha kêliya teqîna bi kontrol a di avahiyekê da jî ji hewa û erdê va bi kamerayan hat qeydkirin.
Ji ber şerê li bajêr carinan ceyran diçe, herwiha walîtî alîkariya xurekê dide welatiyên ku li vir man.
- Ji hêzên ewlehiyê ra ji Sîmavê xurek şandin
Ji çar aliyên welêt ji hêzên ewlehiyê ra pakêtên xurekê û nameya dişînin.
Welatiyên Sîmava navçeya Kutahyayê, ji bo 3 hezar kesî pakêtên xurekê şandin Şirnexê.
Li herêmê pakêt dan hêzên ewlekariyê û nameyên ku xwendekaran şandibûn jî li ser dîwaran daliqandin. Xwendekar bi name û resmên ku xêz kiribûn moralê didin hêzên ewlehiyê.
Li bajêr qedexeya derketina derva dewam dike û destûrê nadin ku kes têkeve herêmê.