03 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Di çarçoveya doza "sîxuriyê" de ji bo Can Dundar 31 sal û 6 meh û ji bo Erdem Gul jî 10 sal cezayê hebsê hat xwestin.
Serdozger Evliya Çalişkanê ku doza "sîxuriyê" ya der barê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Nûnerê wê yê Enqereyê Erdem Gul, diajo, daxwaz kir ku ji sûcê temînkirin û eşkerekirina zanyariyên siyasî yê veşartî yê dewletê bi mebesta sixuriyê, Dundar bi 31,5 salan û ji heman sûcî Gul jî bi 10 salan cezayê hebsê bê cezakirin.