ÎSTANBUL
Bersûcê Doza 28 Sibatê orgeneralê teqawid Teoman Koman (77) li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû mir.
Koman li Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya Heyderpaşaya GATAyê tedawî dibû û li wir mir.
Koman di sala 1936an de hat dinê û sala 1956an de bû binserpal. Koman di salên 1980-1984an de mîrlîwatî, di salên 1984-1988an de tumgeneraltî, di salên 1988-1992an de korgeneraltî û di salên 1992-1996an de orgeneraltî kir. Di sala 1997an de jî teqawid bû.