30 Nîsan 2016•Rojanekirin: 30 Nîsan 2016
ERZURUM
Li Narmana navçeya Erziromê otobêsa rêwiyan a bi pîlaqeya Îranê di kendêl da tot bû û 20 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, otobêsa bi pîlaqeya Îranê ya ku ji Erziromê ber bi Qersê diçû dema ku ji Narmanê derdiket totî kendêl bû.
Hat ragihandin ku di otobêsê da bi tevahî 24 rêwî hebûn û ji wan 20 rêwîyên ji Îranê birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansa rakirin nexweşxaneyên li Erziromê û tên dermankirin.
Ekîbên cendirme û polêsan li dewsa bûyerê tevdîrên ewlehiyê sitandin.
Wek mayîn rêwîyên ku di qezayê da birîndar nebûn îdia kirin ku ajokar li ser dîreksiyonê raza bû.