ANTALYA
Li Gazîpaşaya navçeya Antalyayê otobêsa ku xebatkarên demsalî tê de bûn, li tirê qelibî û li gor agahiyên ewil 5 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, otobêsa ku plaqeya wê 06 PZ 9556 e û şofêrê wê hêj nayê zanîn, li ser rêya Gazîpaşa-Anamûrê li tira ku plaqeya wê 07 BLA 01 e, qelibî.
Hat destnîşankirin ku di qezayê de herî kêm 5 kes mirin û gelek jî birîndarin. Gelek îtfaiye û ambulans sewqî cihê bûyerê kirin.