ŞANLIURFA
Piştî agahî hat ku DÎŞIyê pîlotê urdunî û rojnamevanê japon berde, ji duh ve gelek rojnamevan li ber Deriyê Gumrukê yê Akçakaleyê, li benda pîlot û rojnamevan sekinîne.
DÎŞIyê ji hikûmeta Urdunê xwest ku ew Sacîde er-Rişaviya ku li Urdunê ji ber sûcê terorê girtiye serbest berdin ku ew jî pîlotê urdunî şûna wê berdin. Hikûmeta Urdunê ev daxwaz qebûl kir. Li ser vê gelek rojnamevan hatin Akçakaleya Şanliurfayê û heta nîvê şevê bendê man.
Piştî dîtin ku kes nehat berdan bi şev çûn Şanliurfayê û serê sibê dîsa hatin li ber Deriyê Gumrukê yê Akçakaleyê. Rojnamevan hê bendê sekinîne ku berdana wan bikin nûçe.