MARDÎN
Otogara Mêrdînê ya ku Şaredariya Mêrdînê da çêkirin, niha li benda Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan e ku bê vekirin û xizmetê bide gel.
Serokê Şaredariya Mêrdînê Mehmet Beşîr Ayanoglu diyar kir ku înşeata otogarê qediya û îxaleya firoşgehên li otogarê dê bê kirin. Ayanoglu got ku di rojên pêş me de Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dê otogarê veke û dê xizmetê bide gel.
Ayanoglu, got ku neqşên binesaziyê hate bikaranîn û li ser qadeke 45 hezar mêtroqereyî otogarek hat çêkirin. Ayanoglu wiha axivî:
"Otogar li ser rêya Mêrdîn û Kabalayê li ser qadeke 45 hezar mêtroqereyî hat çêkirin. Salê 60 hezar wesayît dê herin û bên. Bi salan e Mêrdîn wek bajarekî ku otogara wê tuneye dihat bibîranîn, lê piştî ku ev otogar bikeve xizmetê ew dê ji vê gotinê xilas bibe. Piştî ku otogara kevn ji dest derket bajar 13 salan bê otogar ma. Me jî ji bo otogareke nû projeyek amade kir. Piştî ku otogar vebe, di çûn û hatina di nav bajêr de jî dê rehetî çêbibe."