Nihat Kavşut
04 Gulan 2017•Rojanekirin: 05 Gulan 2017
ADANA
Alî Yeldanê Serdozgerê Komarê yê Edeneyê der barê kuştina 6 kesên li Seyhana navçeya Edeneyê da wiha got: "Malbatê bi hev ra xeber daye. Mijara keçxwestinê heye û lêkolîn dewam dike."
Li morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê otopsiya 6 cinazeyên li taxa Kurtuluşê di malekê da hatine gulebarankirin dewam dike.
Yeldanê dozger hat vir û der barê xebatan da ji rayedaran agahî hilda.
Alî Yeldan peyra daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir otopsî dewam dike û wiha got: "Malbatê bi hev ra xeber daye. Mijara keçxwestinê heye û lêkolîn dewam dike."
Yeldan diyar kir piştî otopsiyê wê cinazeyan bidin malbatan.