Barış Gündoğan,Merve Yıldızalp,Mehmet Tosun
05 Mijdar 2023•Rojanekirin: 06 Mijdar 2023
Di tura duyem a Komcivîna Asayî ya 38emîn a CHPyê da Parlamenterê Manîsayê Ozgur Ozel wek serokê giştî hat hilbijartin.
Di tura yekem a Komcivîna Asayî ya 38emîn a CHPyê da ji ber ku têra xwe beşdarî çênebû biryar hat dayîn ku tura duyem bê kirin.
Dengdayîna tura duyem di saet 02.30î da qediya û Ozgur Ozel bi 812 dengan va wek serokê giştî yê nû hat hilbijartin.
Kemal Kiliçdaroglu jî 536 deng hilda.
- Serokê Giştî yê 8emîn
Parlamenterê Manîsayê û Serokê Koma CHPyê Ozgur Ozel di Komcivîna Asayî ya 38emîn a CHPyê da wek serokê giştî yê 8emîn hat hilbijartin.
Ozel di 1974an da li Manisayê hat dinyayê.
Ozel li Fakulteya Dermansaziyê ya Zanîngeha Egeyê perwerdeya dermansaziyê dît û di 1999an da jî dest bi vî karî kir.
Di heyamên 24,25,26,27 û 28an da Ozel wek Parlamenterê Manîsayê hat hilbijartin.
Ozel di heyamên 25,26 û 27an da wek Cigirserokê Koma CHPyê wezîfe kir. Di heyama 28emîn da jî bû Serokê Koma CHPyê.
Ozel zimanê Almanî û Îngilizî dizane, zewiciye û zarokekî wî heye.