Utku Şimşek
04 Mijdar 2023•Rojanekirin: 05 Mijdar 2023
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku di herekata asîmanî ya dijî Xakurka li bakurê Iraqê da terorîstên payebilind jî di nav da 15 hedef hatin îmhekirin.
Ji ser hesabê çapemeniya civakî ya WPNyê der barê herekatê da asîmanî daxuyaniyek hat parvekirin û wiha hat gotin:
"Ji bo ku hêmanên terorîst ên PKK/KCK û yên din bên berterefkirin, êrîşên terorê yên ji bakurê Iraqê yên dijî hêzên me yên ewlehiyê bên berterefkirin û ewlehiya me ya hidût bê pêkanîn di çarçoveya mafên me yên xweparastina meşrû ya ji ber madeya 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî dijî herêma Xakurkê ya li bakurê Iraqê di 4ê sermawezê saet 19.30yan da herekata asîmanî hat kirin û sitargeh, êwirgeh, şikeft û depoyên ku ji hêla Rêxistina terorû ya Dabeşkar va dihatin emilandin û tê nirxandin ku tê da terorîstên payebilind hebûn 15 hedef hatin îmhekirin."
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di dema vê herekatê da ji bo ku sivîlên mesûm, hêmanên dost, heyberên dîrokî û çandî û hawirdor zirarê nebîne her cure tevdîr hatin hildan."