ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan "Qanûna ku li ser Qanûna Dadger û Dozgeran û tevlî Qanûna li ser Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de guherînê çêdike" û di nav miletê de wek pakêta darazê tê zanîn erê kir.
Jimara vê qanûnê jî 6572 ye
Di malpera fermî ya Serokomariyê de der heqê erêkirina qanûnê de daxuyanî hat weşandin. Hat gotin ku qanûn bi destê Serokomar Erdogan ve li gor qismê ewil a xala 89emîn û li gor benda (a)yê ya qisma duyemîn a xala 104emîn a makezagonê hat erêkirin û ji bo weşandinê jî ji Serokwezîriyê re hat şandin.