Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beşdarî civîna parlementoya xebatê ya ku ji hêla wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî ve hat lidarxistin bû. Serokwezîr Erdogan piştî civînê daxuyaniyek da rojnamevanan û bi bîr xist ku dê 30ê îlonê pakêta demokratîkbûnê diyar bikin.
Serokwezîr Erdogan got ku ev di pêvajoya demokratîkbûnê de merhaleyeke gelekî girîng e, ji ber ku şert û merc wê derfetê didin, ew sozên dema ku partiya xwe damezrandin dabûn, sozên ku di kongreyên xwe de dabûn dê wek pakêteke reformê bi cih bînin. Erdogan got ku "ne bi zor, tehde û lêferzkirina tu kesî, lê ji ber şert û merc guncav vê yekê dikin. Ev nexşerêyek bû û ji ber ku asteng jî ji holê rabûn dê reformê me bi cî bîne, em ê ji gel û welatê xwe re deriyên nû vebikin."
Erdogan diyar kir ku der barê naveroka pakêtê de hin texmîn û nîqaş tê kirin û wiha axivî: "Daxuyaniya me dibe ku gelek aliyan matmayî bihêle. Ev pakêt dê bibe berdewama pêvajoya 11 salan. Lê tu carî nabe ya dawîn. Lewra ev bûyereke matematîkî û geometrîk nîne. Ev nêrîneke civakî û siyasî ye, paketek e. Ji ber vê yekê divê pakêtên civakî û siyasî her dem bên rojanekirin. Ya tê kirin jî ev yek e. Çiqas şert û merc pêş bikevin, Tirkiye çiqas mezin bibe, biratiya me çiqas xurt bibe dê em jî reformên xwe pêk bînin û ji bo mezinkirina pêşxistina Tirkiyeyê çi hewce dike em dê wê bikin."