06 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2019
Li Sûriyeyê YPG/PKKya rêxistina terorê ku Amerîka piştgiriyê didê, li ser îhtimala ku Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyeyê wê operasyona eskerî bibe rojhilata Feratê, ket liv û tevgerê.
YPG/PKKya rêxistina terorê komek şervanên Ereb ku bi zorê kirine binê sîlahê, bi şev nîvê şevê li rojhilata Feratê li Tel Abyad û Resûlaynê bi cih kirin.
YPG/PKKyê du konvoyên wesayîtên eskerî, nîşandar û ekîbên teqemeniya destçêkirî şandin herêmên Tel Ebyad û Resûlaynê. Wesayîtan muhîmatên eskerî jî birin herêmê.
Konvoya yekemîn ji Çelebiyeya baregeha eskerî ya Amerîkayê ku dikeve bakurê bajarê Reqayê, ya duyemîn ji herêmên Heseke û Qamişloyê bi rê ketin.
Di heman demê da balafirên şer ên Amerîkayê li ser xeta sînorê Tirkiye û Sûriyeyê firiyan.
Amerîka bi behaneya ku li Sûriyeyê bi rêxistina terorê "DEAŞê ra têkoşînê" dide, piştgiriyê dide YPG/PKKyê.
Hêzên Amerîkayê piştgiriya eskerî û lojîstîk dide rêxistina terorê û di nav 10 rojên dawîn da ji deriyê Simêlka yê ser sînorê Sûriye û Iraqê ra 300 TIR şand herêmên ku di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da ne.
Amerîkayê di 21ê îlonê da ji herêmên ku di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da ne ra 200 TIR alavên înşaatê, kaseyên sergirtî, malên prefabrîk û tankerên sotemeniyê şandin.
Amerîka têkoşîna bi DEAŞê ra wek hincet nîşan dide û ji 2015an vir va piştgiriya eskerî dide YPG/PKKyê. Li Sûriyeyê 18 baregeh û cihên eskerî yên Amerîkayê hene û dora 2 hezarî jî personelên wê hene.
Her çend Serokê Amerîkayê Donald Trump par gotibû ku ew dixwazin eskerên xwe yên li Sûriyeyê vekişînin, lê Washington hê eskerê xwe li herêmê dihêle.
- Ji Serokomar Erdogan sînyalê operasyona "Kaniya Aştiyê"
Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan duh li Kizilcahamamê li Elîz Hotelê di vekirina Civîna Nirxandin û Şêwrê ya 29emîn ya AK Partiyê da axivîbû û peyamên ku wek sînyala operasyonê ya ser rojhilata Feratê hatin şîrovekirin, dabû.
Serokomar Erdogan der heqê operasyona muhtemel a li ser rojhilata Feratê da wiha gotibû: "Armanca me ew e ku rojhilata Feratê jî bi kaniyên aştiyê av bidin. Me amadehî û planên xwe yên operasyonê temam kirine û telîmatên ku hewce dikin dane. Ha îro ha sibê wê dest pê bike."