Sevim Hatun
18 Îlon 2016•Rojanekirin: 20 Îlon 2016
ŞANLIURFA/RAKKA
Li Tel Ebyada navçeya Reqqaya Sûriyeyê, alaya DYAyê ya ku bi avahiya gumrikê ya PKK/PYDya rêxistina terorê va hatibû daliqandin hê jî pê va ye.
Li Tel Ebyada ku di kontrola PYDya milê Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê da ye, alaya DYAyê ya ku bi avahiya gumrikê va hatibû daliqandin hê jî pê va ye. Ev ala ji Akçakaleya navçeya Şanliurfayê xuya dike.
Ji alayên DYAyê yên ku bi avahiya ku milîtanên PKK/PYDyê lê diman va hatibûn daliqandin jê 3 ala anîn xwarê. Herwiha berê li gundê Rafiyê jî gelek alayên DYAyê hatibûn daliqandin.
Çavkaniyên herêmî yên li herêmê diyarkiribûn ku terorîst alaya DYAyê wekî mertal bikartînin.