ANKARA
Hat ragihandin ku parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Edenê Murat Bozlak wefat kir.
Li gor daxuyaniya HDPyê ya nivîskî, Bozlakê nexweşê pençeşêrê, ev demeke bû ku li Nexweşxaneya Guvenê tedawî dibû.
Di daxuyaniyê wiha hat îfadekirin, Xwedê rehma xwe li Bozlak bike û sebrê bide malbat û xizmên wî.