Li Diyarbekirê 4 ji wan BDPyî yek ji wan serbixwe 5 parlementerên girtî, yên ku bersûcên doza KCKyê ne û daxwaza wan a tehliyebûnê hat redkirin, bi navbeynkariya parêzerên xwe serî li Dadgeha Destûrê dan.
Parêzerên Parlementera BDPê ya Şirnexê Selma Irmak, Parlementerê BDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Parlementera BDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Parlementerê BDPê yê Şanliûrfayê Îbrahîm Ayhan û Parlementerê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaşê ku ji ber doza KCKyê li 5 û 6emîn Dadgehên Cezaya Giran yên Diyarbekirê tên darizandin, bi hinceta "girtîmayîna dirêj" û "binpêkirina mafê hilbijirînê" daxwazname amade kirin. Parêzeran daxwaznameyên ku amade kiribûn ji bo bişînin Dadgeha Destûrê pêşkêşî dadgehên ku muwekîlên wan tên darizandin, kirin.
Dadgehên daxwaznameyên ku tê de serîlêdanên şexsî yên parlementerên girtî hene, dê bişînin Dadgeha Destûrê.
Parlementerên girtî biryara Dadgeha Bilind ya der barê tehliyekirina Parlementerê CHPê Mûstafa Balbay wekî hincet nîşan dan û serî li dadgehê dan. Lê dadgehên ku li wir dihatin darizandin bi hinceta "Biryarên ku Dadgeha Destûrê di encama serîlêdanên şexsî de dan, ji bo kîjan dosyeyan hatibe dayîn bi taybetî ji bo aliyên wê dosyeyê encam dide" red kiribûn.