TUNCELİ
Parlementerên HDPyî yê Tûnceliyê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn digel Şaredarê DBPyî yê Tunceliyê Mehmet Alî Bûl, beşdarî merasima cinazeya terorîstê ku di êrîşa çekdar a ser navenda polêsan a Tûnceliyê de mir, bûn.
Ji terorîstan Baran Çetînkaya û Ridvan Îpek di 4ê îlonê de êrîş biribûn ser Navenda Polêsan a Şehît Nahît Bûlût a li navenda Tûnceliyê û hêzên ewlehiyê wan berteref kiribûn. Cinazeyê 2 terorîstan piştî otopsiya ku li morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hat kirin teslîmî malbatên wan kirin.
Parlementerên HDPyê yê Tûnceliyê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn digel Şaredarê DBPyî Mehmet Alî Bûl, beşdarî merasima cinazeyê terorîst a li Tûnceliyê di cemxaneyê de hatin kirin bûn.
Cinazê Baran Çetînkaya ji bo definkirinê şandin Karabûlûta gundê ser Mazgîrtê.
Cinazeyê Ridvan Îpekê ji terorîstan jî li Karaçobana navçeya Erziromê hat definkirin. Hat ragihandin ku Îrfan Sariyê Serokê Şaredariya Karaçobanê yê DBPyê beşdarî merasima definkirinê bû.