05 Îlon 2016•Rojanekirin: 06 Îlon 2016
DIYARBAKIR
2yemîn Dadgeha Cezayê Giran ya Diyarbekirê di doza KCKya rêxistina biryardanê ya PKKya rêxistina terorê da Cîgirserokê Koma HDPê Çaglar Demirel jî di nav da ji bo 8 parlementeran biryara anîna bizorê da.
Piştî ku parêzbendiya parlementeran hat rakirin û biryar di Rojnameya Fermî da hat weşandin, darizandina parlementeran dest pê kir.
Beriya niha darizandina 8 parlementeran li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran ya Diyarbekirê dest pê kir. Parlementerên bersûc bixwe tevî danişînê nebûn, parêzerê wan beşdar bûn.
Dadgehê der heqê parlementerên ku beşdarî rûniştinê nebûn da biryar da ku bi zorê bînin dadgehê. Parlementerên HDPê yên ku der heqê wan da biryar hat dayîn û di hilbijartina 1ê sermaweza 2015an da hatin hilbijartin wiha ne: Osman Baydemir, Dirayet Taşdemir, Çaglar Demirel, Selma Irmak, Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Alîcan Onlu û Nadîr Yildirim.
Her wiha di dosyeya dozê da navê Nurettîn Demirtaşê birayê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş, Endamê Konseya Rêvebirinê yê KCKê Sabrî Ok û navê 19 kesên din hene ku der heqê wan da biryara girtinê hatiye dayîn.