Balûken civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku pêvajoya çareseriyê bi hêviyan dimeşe û îdia kir ku hikûmeta AK Partiyê "Sepanên ku heyama şer tînin bîra mirov, dike."
Balûken parast ku heta niha ji bo verastkirinên demokratîk tu gavên şênber nehatin avêtin û got ku daxuyaniyên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên hikûmetê jî hin gumanên der barê samîmiyeta AK Partiyê bi xwe re anîn.
Balûken diyar kir ku daxuyaniya der barê paşvekişînê de nayê wateya ku dawî li pêvajoyê hat û wiha axivî: "Em dibînin ku ev daxuyanî der barê tevgera hikûmetê ya ne samîmî û ne cîdî de, wek hişyariyek e. Ev rewş bi taybetî tê wateya ji bo ku xitimandina hikûmeta AK Partiyê çebûye bê çareserkirin, derfet heye."
Balûken got piştî ku naveroka pakêta demokratîkbûnê bi siyasî û aliyên eleqedar yên civakê re hat diyarkirin, divê bi lez li parlementoyê bê qanûnîkirin û diyar kir ku ji bo hebakirinê kêlî û saeteke TBMMê tuneye.
Balûken îdia kir ku wahşeta polêsan a li hember daxwazên civakî şeva din li Hatayê derket holê û parast ku tu peywirdarên kamûyê yên ku bûn sedema mirina Ahmet Atakan û 7 cîwanan jî tu muameleya cezayî nehat kirin.
- "Rewşa qeyranê"
Balûken pirs bersivandin û îdia kir ku rewşa heyî rewşa qeyranê ye lê çavkaniya vê qeyranê jî helwesta hikûmetê ye.
Balûken diyar kir ku divê du hefte carek bi awayekî rêk û pêk bi Ocalan re hevdîtin bikirana û got: "Lê hikûmeta AK Partiyê ji wextê çûna lijneyê ya îmraliyê bigirin heya ka dê kî biçe û rêbaza parvekirina nêrînên ku li wir hatin axaftin ya bi lijneya KCKê re, mudaxilî her tiştî bû. Heke îro rewşeke wiha nebûya, astengkirin nebûya, çûn û hatinên herdemî hebûna, heke derfeta hevdîtinê ya ya bi parêzeran re hebûya û helwesta hikûmetê ya dereqanûnî nebûya dibe ku em niha di rewşeke cuda de bûna."
Balûken got ku demildest hevdîtina bi Ocalan re, ragihandina nêrînên Ocalan yên ji bo rewşa berdest ya ji bo gelên kurd û tirk, KCK û PKKyê gelek girîng e. Balûken parast ku rewşa berdest ji ber tevger û helwestên hikûmetê ne, heke hikûmet bixwaze dev ji van tevgerên xwe ber de, bila ji helwesta xwe ya der barê Ocalan de dest pê bike.
Balûken diyar kir ku nêrînên ji Ocalan tên ji bo pêvajoyê gelek girîng e û dê piştgirî bide pêvajoyê jî û ragihand ji bo ku bikarin biçin Îmraliyê her dem serî li Wezareta Edaletê didin.
Balûken li ser pirseke din got ku hevdîtina rû bi rû ya Serokwezîr Erdogan û lijneya BDPê ya der barê pakêta demokratîkbûnê de, dê watedar be. Balûkan pirs kir ka heta niha Serokwezîr çima bi heyeta BDPê re hevdîtin nekiriye?
Balûken dest nîşan kir ku heyetên bi BDPê re hevdîtinê dikin, xwediyê tu rayeyê nînin û nikarin însiyatîfê bistînin û got ku divê yan Serokwezîr biryar bide ku bi partiya me re hevdîtinên rû bi rû pêk bên an jî divê destûr û însiyatîfê bide heyetên ku bi me re hevdîtinan dikin.
Balûken got ku pêvajo didome û gavneavêtina hikûmetê dibe sedema qeyranê û got ku daxuyaniya KCKê wek hişyariyeke demokratîk dinirxînin.
Balûken îdia kir nûçeyên ku dibêjin tenê nexweş, pîr û jin derketine derveyî sînor, rast nînin.