ŞANLIURFA
Pevçûnên di nabeyna DÎŞI û hin hêzên kurdan de li ser xeta sînor a li Sirûca navçeya Rihayê dewam dikin.
Ev 4 roj in li gundê Şifteka Kobanê li dorbera Zorafayê pevçûn didomin.
Di pevçûnan de çekên giran tên emilandin û hat dîtin ku DÎŞIyê hin kozikên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi dest xistin.
Li herêmê teqîn çêdibin û dû radibe.
Tevdîrên ewlehiyê yên li ser sînor dewam dikin.