Fatih Gazioğlu
21 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2019
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser qebûlkirina Budçeya Navendî ya Sala 2020an wiha got: "Duh şev bi îradeya Îtîfaqa Cumhur budçeya me li TBMMê hat qebûlkirin. Bila ji welat, milet û dewleta me ra ser xêre be."
Serokomar Erdogan li ser qebûlkirina Budçeya Navendî ya Sala 2020an peyamak weşand û wiha got:
"Duh şev bi îradeya Îtîfaqa Cumhur butçeya me li TBMMê hat qebûlkirin. Bila ji welat, milet û dewleta me ra ser xêre be. Ez di serî da Serokatiya Meclisê û parlamenterên me yên ku di çêkirina vê budçeyê da ked dane pîroz dikim. Niha dem dema îcrakirina hedefên ji bo sala 2023yan e. Em ê bi hev ra bimeşin. Xwedê alîkar be."