İbrahim Atmaca
27 Adar 2020•Rojanekirin: 29 Adar 2020
Li Mûşê ekîbên berfê davêjin û rêyan vedikin, di nav 3 mehan da ji bo rêyên herêmên li deverên bilind vekin û nehêlin rê werin girtin, bê navber xebitîn.
Ekîb ji destpêka zivistanê pê va ji bo ku welatî mexdûr nebin, di binê talûkeya şepeyê da rêya gundan vekirin.
Ji ber ku berf û bagerê timî rê girtin, ekîban rêyek çendîn caran vekir û di nav 3 mehan da çendîn kîlomêtre rê vekirin.
Bi saya serê ekîban li gundan kesên ku nexweş ketin, mexdûr nebûn û di nav 3 mehan da ekîban rê vekirin û 79 nexweş gihîştin nexweşxaneyan.

Gundê Cevîzlîdereyê 65 kîlomêtre dûrî navendê ye û zivistanê kes li gund namîne. Ekîban di 10 rojan da paşê rêya vî gundî vekirin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 3 meh in ew rêya 365 gundên bajêr vedikin û ji bo vê dixebitin.
Yentur diyar kir, li herêma berpirsyariya wan 3 hezar kîlomêtre rê heye û wiha dewam kir:
"Îdareya Taybet a Bajêr bi 58 makîneyên kar û 85 personelan va rê vekirin. Me bi ekîbên Tenduristiya Acil a 112ê va midaxeleyî 79 waqieyan kir. Zivistana îsal pir dijwar derbas bû. Carinan bager radibû û me tengasî kişand. Carinan operatorên makîneyên kar 20 saetan bê navber dixebitîn."
Operastorê makîneya kar Celal Tumer jî got ku zivistana îsal pir dijwar derbas bû, ji bo ku rê neyên girtin ew di şert û mercên dijwar da şev û roj xebitîn.