RÎZE
Li gundê Sutluceya Rîzeyê di Mizgefta Navendê de ji bo ku kal û pîr û mirovên astengdar bi rehetî derkevin jorê asansor hat çêkirin û ji ber vê cimaet zêde bû.
Mixtarê gund Ercan Koyuncu ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku havînê qata binî ji bo ku zarok hînî Qur'anê bibin tê bikaranîn. Ji ber vê cimaet derdikeve jorê ku weazê guhdar bike û nimêj bike. Lê yên kal û pîr û anstengdar nikarin ji pêlekanan ve derkevin jorê.
Koyuncu got ku Wekîlê Serokê Kulûba Werzişê yê Kasimpaşayê Hîlmî Oksuz ji gundê wan e û dema ku ev zehmetî dîtiye alîkariya pereyan daye Mizgefta Navend. Koyuncu wiha axivî: Serokê me ji bo kêmasiyên mizgeftê milyonek pere alîkarî da me. Me bi vî pereyî ve kêmasîyên mizgeftê çareser kirin. Der û dora wê guherand, hewşa wê da çêkirin, morgek da çêkirin. Ji ber ku lingekî serokê me seqet e asansorek jî da çêkirin. Xwedê ji wî razî be."
- "Cimaeta mizgeftên din jî hatin li vir"
Koyuncu daxuyand ku ji ber asansorê seqet û kal bi rehetî tên mizgeftê û wiha axivî: "Li gundê me 5 mizgeft hene, lê kal û kesên astengdar herî zêde tên mizgefta me. Cimaetên mizgeftên din jî tên li vir. Meleyên mizgeftên din hinekî gilî û gazî kirin. Lê rehetî û xweşî li ku be mirovên me li wir hez dikin û diçin wir."
Meleyê gund Şahîddîn Altun jî wiha got: "Kalên me ji ber pêlekanan aciz dibûn ku werin mizgeftê. Ev ji bo wan bû xizmeteke gelekî baş."
Gundiyan jî daxuyand ku asansor ji bo wan gelekî baş bû.