09 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
SÎÎRT
Li Sêrtê Karsaz Mehmet Salih Arslan di encama êrîşeke çekdar a terorîstên PKKyê de canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan Arslanê 62 salî ku li gundê Kemerliya girêdayî Erûha navçeya Sêrtê dijiya û li gundê karxaneyek di warê şîr û şîremeniyê de avakiribû, rûbirûyê êrîşeke çekdar a terorîstîn PKKyî hat.
Arslanê ku li ber deriyê xwe bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê, lê tevî hemî midaxeleyan nehat rizgarkirin.
Hat destnîşankirin ku Arslan ji aliyê rêxistina terorê ve dihat tehdîtkirin û pêştir jî kurekî wî hatibû revandin.