Ahmet Aydın
09 Îlon 2017•Rojanekirin: 12 Îlon 2017
SÎÎRT
Waliyê Sêrtê Alî Fûat Atîk ragihand ku ji bo rêkxistina seferên balafiran li Balafirgeha Sêrtê xebat hatine destpêkirin.
Walî Atîk digel Fermandarê Cendirmeyê ya Wîlayetê Albay Kemal Benek û Rêveberê Ewlekariya Wîlayetê Mustafa Tokyay bi mebesta navborî li Balafirgeha Sêrtê geriyan.

Walî Atîk derbarê xebatên li balafirgehê, ji Rêveberê Balafirgeha Sêrtê Necatî Algul agahî sitendin û anî ziman ku ji bo xebat demildest temam bibin wê hewlên pêwîst bidin.
Atîk destnîşan kir ku zanyarî sitendine şirketeke taybet ya asîmanî plan dike, piştî guherîneke biçûk li binesaziya Balafirgeha Sêrtê, xwe li wê balafirgehê deyne.
Walî Atîk wiha axivî:
"Em balafirgehê tînin standarda ku ew dixwazin. Di asta duyem de jî ji bo hemî balafirên şirketên asîmanî karibin xwe lê deynin wê çaksazî di binesaziyê de were kirin."