Koordînatoriya Dîplomasiyê ya Kamuyê ya Serokwezîrtiyê der barê cihê Tirbeya Şah Silêman a ku wê li Eşmeya Sûriyeyê bê çêkirin bi wêne û dîmen ve parve kir.
Li gor dîmenan tirbe wê li herêma Eşmeya Sûriyeyê bê çêkirin. Dirêjahiya tirbê wê 4 mêtro be, berahiya wê 8x10 mêtro be û li ber derê tirbê wê diregeke alayê hebe.
Di hemû aliyên tirbeyê de wê pace hebin û wê deriyekî wê ya mezin hebe. Li der û dora tirbeyê wê hêşînahî hebe.
Hat gotin ku Hêzên Çekdar ên Tirk wê bi hemû xebatan re eleqedar bibin.
Emanetên manewî yên ku ji Tirba Şah Silêman ji Sûriyeyê anîn Tirkiyeyê, li Alaya Hidûta 3emîn a Fermandariya Hêzên Bejayî ya Fermandariya Serliqa Hidûtê ya 7emîn tên mihefezekirin.