DIYARBAKIR (AA) - PKKya rêxistina terorê û hin saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî ev 5 sal in ku serê her heyama perwerdeyê hewl dide banga "bila dibistan seranserê hefteyekê bên boyqotkirin" tetbîq bike lê digel tehdeyê welatî vê yekê bi cî naynin.
Welatî guh nadin banga "seranserê hefteyekê boyqotkirina dibistanan" ku ev 5 sal in serê her heyama perwerdeyê bi hinceta "perwerdeya zimanê zikmakî" hewl didin ku tetbîq bikin. Mensûbên rêxistina terorê û alîgirên wê yên dibînin ku xwendekar û malbat guh nadin bangê, di salên borî de gelek dibistan tehrîb kirin, şewitandin û ew qas zirar danê ku nikarin bi kar bînin.
Rêxistina terorê ji meha temûzê ve bi çalakiyên rêbirînê, şewitandina wesayîtan, bergirî danîn, kolana xendeqan, danîna kemînên bibombe cihê jiyanê ya gelê herêmê sînordar dike. Rêxistina terorê ya ku ji aliyekî ve hewl dide ku xwendekaran ji perwerdeyê mehrûm bike ji banga ku kir jî encama ku dixwest bi dest nexist.
Ji ber ku hefteya ewil a heyama perwerdeyê ye û karkerên demsalî hê jî li bajarên rojava ne li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê hin xwendekaran nekarîn dest bi dibistanê bikin û li herêmê ji bilî bêdewamiyên ku her sal tên kirin piştgirî nedan banga "boyqotê."
Mensûbên rêxistina terorê çalakiyên ku beriya vebûna dibistanan dikirin ji roja ku heyama perwerdeyê ya 2015-2016an dest pê kir pê ve jî çalakiyên xwe berdewamkirin, ji bo ku xwendekar ji perwerdeyê paş ve bimînin dibistanan xistin hedefa xwe.
-Êrîşên terorê yên ser dibistanan
Rojek beriya destpêkirina heyama perwerdeyê rêxistina terorê bi çekan û bombeyên dengan êrîşê Lîseya Anadoluyê ya Ehmedê Xanî ya li Tûşbaya navçeya Wanê kirin.
Nêzî Dibistana Dumlupinarê ya li Hacibekira taxa navçeyê hêzên ewlehiyê lêgerîn kirin û teqemeniya bidestçêkirî ya ku hêza wê ya tehrîbê zêde ye hat dîtin.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê teqemeniya ku li kêleka dîwar hat bicîkirin, hat teqandin û di encama teqînê de 5 zarok birîndar bûn. Li dibistaneke li Yenîşehîra navçeya navend a Diyarbekirê teqemeniya bidestçêkirî hat dîtin.
-"Armanca PKKyê ew e ku gelê herêmê cahil bihêle"
Rêxistina terorê û alîgirên wê îdia dikin ku bi daxwaza qaşo "perwerdeyê zimanê zikmakî" bangên wiha dikin, pispor jî dinirxînin ku armanca rastîn a rêxistinê û alîgirên wê ew e ku gelê herêmê cahil bimîne. Hin alî jî dibêjin ku armanca rêxistinê ji vê bangê ew e ku zarok û ciwana ji perwerdeyê dûr bixe û bi vî awayî ji bo rêxistinê endaman bibîne.
Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê (ZD) Doç. Dr. Vahap Coşkun daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û qal kir ku daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî daxwazeke xwezayî ye û mafeke girîng e, saziyên civakî yên sivîl dikarin ku bi rêbazên demokratîk daxwazên mafên wiha bikin.
Coşkun bi bîr xist ku di salên borî de der barê perwerdeya zimanê zikmakî de çalakiyên boyqotkirinê hatin kirin û da zanîn ku welatiyên li herêmê tu carî îtibar nedan bangên boyqotê.
-"Civak guh nade bangên boyqotê"
Coşkun got ku "Civak guh nade bangên boyqotê. Salan e ku bangên boyqotê tê kirin lê ev bang tu carî encama ku dihat payîn dernexist." û wiha axivî:
"Sedema herî girîng a vê yekê ew e ku welatî naxwazin ev nîqaş ji ser zarokan re bê kirin. Ji vê yekê aciz in. Kesên ku daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî dikin dema ev bang dikin divê rêbazên ku civak dikare qebûl bike, hilbijêrin. Divê çalakiya boyqotê de israr nekin."
-"Rêxistin dixwaze ku kurd cahil û paşvemayî bimînin"
Hîndekarê ZDyê û Midûrê Navenda Lêkolînên Siyasal Doç.Dr. Huseyîn Şeyhanlioglu jî da zanîn her çiqas bê îdiakirin ku banga boyqotê li ser navê gelê kurd tê kirin jî rêxistin bi çek û şîdetê zirarê dide kurdan.
Şeyhanlioglu nirxandina "Rêxistin dixwaze ku kurd cahil û paşvemayî bimînin" û parast ku li cihên ku piraniya wan kurd in rêjeya perwerdeyê kêm e.
Şeyhanlioglu diyar kir ku tehdîtên ser perwerdeyê ji dibistana seretayî heta zanîngehê berdewam dike û qal kir ku ev tehdît û tehde hem nahêle ku ji der ve ji bo perwerdeyê herêmê tercîh bikin hem jî nahêle ku qalîteya perwerdeyê ya herêmê zêde bibe.
-"Bangên bi vî awayî dibe sedem ku gel ji rêxistinê bikerixe"
Şeyhanlioglu got ku "Gel bi qasî rêxistin dixwaze bersiva biryara boyqotê nade. Gel zarokên xwe dişîne dibistanê. Sabotajên bi tehdît gelekî tebiî ye ku tesîrê hin aliyan dike. Bangên bi vî awayî dibin sedem ku gel ji rêxistinê bikerixe." û qal kir ku kodên çandinî, dirokî yên gelê kurd û kodên PKKyê û saziya rêxistinê tu carî ne li gor hev in."
Şeyhanlioglu nirxandina "Di encama derbeya ku li perwerdeyê dan de mirovên nezan derdikevin, kesên ku şer dikin jî va ye ev mirovên niyedxirab in." kir. Şeyhanlioglu bal kişand ku armanca rêxistinê bi van boyqotan daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî nîne.
Şeyhanlioglu got ku "PKKyî di navbera xwe de kurdî naaxivîn ku heta perwerdeya zimanê zikmakî bixwazin. PKKyî jî di nav xwe de tirkî diaxivin. Mafê zimanê zikmakî mafeke demokratîk e. Ev maf divê bê dayîn lê armanca rêxistinê ev nîne. Ez bawer nakim ku rêxistin ji bo vê yekê şer dike. Rêxistin hewl dide ku civakê cahil bihêle û civakê şeht bike. Dibe ku boyqot bê kirin lê divê wekî astengkirina mafê perwerdedîtinê bê dîtin."
-"Rêxistin îsal ji bo ku beşdariya boyqotê zêde bibe çekan bi kar tîne"
Serokê Şûbeya Diyarbekirê yê Egîtîm-Bîr Senê Yunus Memîş jî wiha axivî: "Mafê zimanê zikmakî çawa ku mafek be astengkirina çûna dibistanê jî binpêkirina mafan e."
Memîş destnîşan kir ku ji ser zarokan kirina siyasetê rêyeke rast nîne û rêbazek rast nîne û parast ku tenê ji sedî 10ê gelê herêmê bersiva van bangan dide.
Memîş got ku "Mamoste bi çekan tên tehdîtkirin û bi vî awayî hewl didin ku xwendekaran ji perwerdeyê dûr bixin û ev yek nayê qebûlkirin" û wiha axivî:
"Di salên ewil de boyqot qet nehat qebûlkirin, rêxistin ji bo ku beşdariya boyqotê pêk bîne çekan bi kar tîne û bi awayekî gelekî cidî astengiyan derdixîne. Pirsgirêkên ji ber ku li hin dibistana nikarin perwerdeyê bidin û gel nav xelxeleyê de ye pirsgirêk zêde dibin. Ji ber fikara ewlehiyê beşdariya perwerdeyê ne di asta ku tê xwestin de ye, ev yek nîşan nade ku beşdariya boyqotê zêde ye. Em lêferzkirinên wiha rast nabînin û teswîb nakin."
-"Zarok ji bo armancên siyasî tên bikaranîn"
Memîş axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Armanc ew e ku di bin navê "perwerdeya zimanê zikmakî" de bi taybetî ji herêmê bixwin, bihêlin ku gel dejenere be û tevîbûna rêxistinê zêde be. Di pêvajoya dawîn de rêxistin û hin partiyên siyasî yên li herêmê banga 'serhildan û îsyanê' kirin û gel bi awayekî cidî bertek nîşanê vê yekê neda û vê yekê jî rêxistinê xist nav xelxeleyê. Zarok ji bo armancên siyasî tên bikaranîn. Çawa ku dewletê di salên 90î de tektîpiyê li gel ferz dikir niha jî rêxistin tektîpiyê li gel ferz dike û ji bo ku ji bilî wê tu hêzek din tunebe gav bi gav hin projeyan dike, di çarçoveya projeyan de li gel hin tiştan ferz dike."
Memîş bal kişand ku pevçûnên li bajêran zirarên mezin didin kurdan û got şûna ku pirsgirêkan di bin banê parlementoyê de biaxivin hewl didin ku bi rêyên antîdemokratîk çareser bikin ev yek jî zirarên mezin dide gel.
-Bertekên ji bo banga boyqotê
Nûnerê Agiriyê yê Weqfa Arîkariya Mirovahiyê ya ÎHHyê Kerem Anigi got ku perwerde wisa girîng e ku heyatî ye û nayê qebîlkirin ku vê mijarê bikin argumaneke îdeolojîk.
Anigi diyar kir banga ku hat kirin bangeke civakî nîne û wiha axivî:
"Civakê jî zarokên xwe şand dibistanê û ev yek nîşan daye. Îro Tirkiye êdî di gelek waran de gihaştiye standartên demokratîk. Ji ber wê jî hemû têkoşînên ku dê bên kirin divê di nav standartên demokratîk de bên kirin. Ev helwesta civakê nîşan dide ku civak dixwaze ku rêbazên sivîltir û rê û rêbazên demokratîktir wek zimanê têkoşînê bên bikaranîn."
Serokê Şûbeya Agiriyê yê Egîtîm Hak-Senê Ertugrul Babatonguz jî diyar kir ku malbat şert û merc çi dibin bila bibin ji bo ku zarokên xwe bidin xwendin her cure fedakariyê dikin.
Babatonguz got ku li bajêr bê pirsgirêk dest bi perwerdeyê kirin û wiha axivî: "Ji ber ku hefteya ewil e bi fikra 'vê hefteyê ders tunin' hinek xwendekar nayên dibistanê. Tu eleqeya vê yekê jî bi boyqotê re tune. Malbatên me jî zarokên xwe şandin dibistanê û bi vî yekê girîngiya ku dide perwerdeyê nîşan daye."
-Îdir
Serokê Şûbeya Îdirê yê Egîtîm-Bîr Senê Malîk Akşît got ku xwendekar û malbatên li Îdirê guh nedan boyqotê.
Akşît qal kir ku armanca banga boyqotê ew e ku zirarên mezin bide civakê, gel vê jî dibîne û guh nade bangê û wiha axivî:
"kesên ku zarokên me dawetê esareta cehaletê dikin xizmetê dikin welatiyên me yên ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dijîn bikevin wesayeta terorê. Kesên ku ji bo xilaskirina zarokên ku revandin serê çiyê hewl nadin, di nav hewldanê de ne ku rêxistina terorê ya ku kadroya çiyê û bajêr hilweşiya xilas bikin."
news_share_descriptionsubscription_contact
