Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Mêrdînê di panêla "Li Trkiyeyê Cihê Jinan ê ku Duguhere û Pêşdikeve" de wiha got: "Tu meseleyên ku jin xwedî lê dernekevin sernakevin. Pêvajoya çareseriyê malê hemû gel e, lê beriya her tiştî malê jinên me, dayîkên me û xwîşkên me ye. Ez ji we rica dikim ku hûn xwedî li projeya biratiyê derên."
Serokwezîr Davutoglu li Mêrdînê beşdarî panêla "Li Trkiyeyê Cihê Jinan ê ku Duguhere û Pêşdikeve" bû û li vir axivî.
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku çanda me li ser rêzgirtina ji bo jinê hatiye avakirin û wiha domand: "Baweriya me ji binî ve çavkaniya xwe ji cudaxwaziya ji bo jinê nagre, bereks baweriya me di xwe de li pêşberî jinê îhtiramê dihewîne, baweriya me jinê wisa pênase dike ku bi payekeye taybet ve hatiye muşerefkirin."
Serokwezîr bal kişand ku heke jin xwedî meseleyekî dernekevin ew kêşe bi tu awayî bi ser nakevin û wiha dewam kir: "Pêvajoya çareseriyê malê hemû gel e, lê beriya her tiştî malê jinên me, dayîkên me û xwîşkên me ye. Ez ji we rica dikim ku hûn xwedî li projeya biratiyê derên."
Serokwezîr Davutoglu diyar kir dema ku dayîka şehîdekî bi çavê xwe yê gîrye min hembêz dike, ez êşa giriyên wî di hinavê xwe de hîs dikim û wiha pê de çû: "Bi vî awayî dema ku min giryeyê dayîkên ku zarokên wan derxistin çiyê dît, wêçaxê min ew kul jî di nava xwe de hîs kir. Ew zarok jî zarokên me ne, hemû zarokên me ne. Bawer bin, heke ku em di navbera wan de tu cudatiyekê bikim, bira ev meqam ji me re heram bibin"
Davutoglu got, parlementerên jin ên 4 partiyên ku di Meclisê de koma wan heye heger bên bal hev û destên xwe bidin hev û bêjin, "Em jî dibêjin biratî, em jî dibêjin bira êdî dayîk negirîn", wê çiqas baş bibûya û wiha xeberda: "Ez bangî hemû parlementerê CHP, MHP û HDPyê dikim: 'Parlementerên me yên jin jî li vir in, ez talîmatê didim wan jî. Hewldaneke wiha bidin destpêkirin. Di Roja Jinan de hewla biratiya ezelî û ebedî. Parlementerê me ji vê amade ne. Em hêvî dikin ku hemû partiyên siyasî yên ku li ser navê vê û wê hêlê diaxivin jî wê li ser vê xalê bên bal hev."
- Girtina CHPyê
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe de qala îdiayên amadekariyên ji bo girtina CHPyê jî kir û got ku wan berê bi guhertina dê di Destûra Bingehîn de were kirin ve xwest ku girtina partiyan ji holê rakin û wiha pê de çû:
"Lêbelê parlementerên HDPyê di serî de CHP û MHP li hemberê derketin. Ji ber ku ev partî li hermber derketin em mecbûr man ku vê xalê jî bibin referamdûmê."
Davutoglu bangî Rêberê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu kir û wiha got: "Cihê ku siyaseta demokratîk lê heye girtina partiyan nabe. Ji vir ez dixwazim ku bangî partiyên muxalefetê bikim; Hê meclis fealiyetên xwe didomîne. Ji bo hilbijaritnê jî hê wext heye. Hema sibê werin em bi guhertineke Destûra Bingehîn ve girtina partiyan ji holê rakin. Hema sibê..."