Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdag der barê pêvajoya çareseriyê de wiha got: "Li gor me, em ji pêvajoya çareseriyê dûr neketine, lê hê jî Pêvajoya Çareseriyê di asteke hesas de ye. Heger Hikûmeta AKPyê wiha tevbigere, wê di vê asta hesas de di pêvajoyê de qeyran derkeve."
Yuksekdagê li navenda giştî ya partiyê lijneya UNICEFê qebûl kir û beriya hevdîtinê pirsên rojnamevanan bersivand.
Yuksekdagê li ser pirsa "Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan got ku makyaja HDPyê zû derket meydanê, hûn vê çawa dinirxînin?" wiha got: "Ev nîşan dide ku Hikûmet ji pêvajoya çareseriyê û mizakereyê û ji siyaseta demokratîk çi fehm dike. Heta niha pêşxistina demokrasiyê û Pêvajoya Çareseriyê ji bo siyaseta xwe wek amûr û makyaj emilandin. Ev helwest li Tirkiyeyê pirsgirêka kurdan û demokrasiyê mehkûm dike. Divê hikûmet pirsgirêka kurdan, demokrasî û aştiyê wek amûr û aksesûar neemilîne."
- "Wê nikaribin bibin asteng ku HDP bendê derbas bike"
Yuksekdagê destnîşan kir ku li Agiriyê bi eşkereyî provakasyon heye û wiha got: "Îqtidara siyasî bi alîkariya TSKyê li Agiriyê provakasyon kir, lê ev provakasyon di destê hikûmetê de ma."
Yuksekdagê diyar kir ku li Agiriyê rastiyeke siyasî derket meydanê û wiha axivî: "Rastî ew e ku Hikûmeta AKPyê dixwaze pêvajoya çareserî û aştiyê sabote bike. Ev bûyer û tabloyeke balkêş e. Rastî ev e û ev bi êrîşkirina li ser HDPyê nayê veşartin. Îqtidara siyasî piştî ku talûkeya derbakirina bendê dît, serî li rê û Rêbazên ku baş dizane dixe. Rêbazên leşkerî diemilîne û mekanizmayên zor û zordestiyê dike dewrê. Wê nikaribin bibin asteng ku HDP bendê derbas bibe."
- "Me Pêvajoya Çareseriyê ji bo siyasetê neemiland"
Yuksekdagê li ser pirsa "Dihat texmînkirin ku di meha nîsanê de ji bo çekdanînê kongre bicive. Wê di nav van şert û mercan da pêvajo çawa bimeşe?" wiha peyivî: "Îqtidara siyasî çareseriyê û aştiya Tirkiyeyê dike qurbana hilbijartinan. Heger wiha dewam bikin, wê çareserî û aştiyê bikin qurbana hewesa serokatiya Erdogan. Divê ev baş were fehmkirin. Me Pêvajoya Çareseriyê ji bo siyasetê neemiland. Me herî zêde bedela çareserî û têkoşîna aştiyê da û li Agiriyê jî em bi vê encama bi êş re rû bi rû bûn."
- "Pêvajoya Çareseriyê di asteke hesas de ye"
Yuksekdagê li ser pirsa "Abdullah Ocalan gotibû ku nêzî çareseriyê ne, gelo em ewqas nêzî aştiyê ne?" wiha xeberda: "Li gor me, em ji pêvajoya çareseriyê dûr neketine, lê hê jî Pêvajoya Çareseriyê di asteke hesas de ye. Heger Hikûmeta AKPyê wiha tevbigere, wê di vê asta hesas de di pêvajoyê de qeyran derkeve. Geşedana li Agiriyê jî vê rastiyê piştrast kir. Heger du alî ev pêvajo baş were îdarekirin wê bigihêje encamê. Em nêzî çareseriyê ne, lê em li dereke bi xetere ne jî. Terîfa Pêvajoya Çareseriyê niha ev e."