Zeytûnên ku tên berhevkirin pêşiyê bi dendikan ve tên pelçiqandin û dikin weke "rûnê pîrneyê." Welatî vî rûnî dikin qazanan, sodyum hîdroksîta bi navê kostîkê tev dikin û 2 rojan dikelînin. Piştî kelandinê wexta ku dema xwe hildide îcar bi zembîlê ser cihekî radixin.
Piştî ku rojek di ser de derbas dibe, sabûnê jê dikin û weke qubeya didin ser hev da ku ziha bibe. Ev qubeya sabûna 4-5 mehan disekinin û paşê ziha dibin. Welatî paşê van sabûnan difroşin û debara xwe derdixin.
Hilberînerê sabûnê Emîn Yavuz daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji bo ku qalîteya sabûnê bê fêmkirin gelek rêbaz hene. Yek ji van rêbazan jî temkirin e. Tema sabûna ku ji rûnê zeytûnê çêdibe cuda ye. Dema ku sabûn di qazanê de dikele em tem dikin. Dema ku em tem dikin, dizanin ka kêmasiya wê çi ye. Li gor wê em tevdigerin. Wexta ku bê kêmasî çêdibe tema wê pir xweş dibe. Dema ku hûn zimanê xwe lê dixin tema wê şor e, her wiha wexta ku hûn bêhn dikin jî bêhna zeytûnê jê tê."
Yavuz got qalîteya sabûnê hew em tenê bi temkirinê hîn dibin. Bila welatî tiştekî wiha nekin.