MARDİN - İBRAHİM SİNCAR
Şengêl herî zêde li Herêma Rojhilata Başûr hêşîn dibe. Jinên Mêrdînî jî van şengêlan tînin û piştî gelek merheleyan dikin sabûn.
Şengêlên ku li hin herêman jê re 'kewzan' jî tê gotin li dehlê bixwe hêşîn dibe. Dendikên wê wekî fêkî tên hesibandin û ew dendik li hin deran dikin çerez û jê qehwe jî tê çêkirin. Lê şengêl herî zêde bi sabûna xwe tê zanîn. Lewra ji rûnê şengêlê sabûn tê çêkirin.
Ev kar jî bi salan e ku li Mardînê tê kirin. Jinên Mardînî bi hewl û xîret dixebitin û piştî gelek merheleyan sabûna şengêlê çêdikin.
Sabûn ji ber ku sirûştî ye pir tê firotin. Welatî eleqeyek mezin nîşanî vê sabûnê didin, welatiyên ku ji hundir û derveyî welêt tên bajêr, teqez vê sabûnê dikirin.
Kesên ku serê xwe bi vê sabûnê dişon porên wan nawêşe. Ji ber ku sirûştî ye û bi feyde ye jî her ku diçe kiryarên wê zêde dibin. Ji xeynî turîstan, şirketên taybet û otêlên lûks jî vê sabûnê dikirin.
Li Mardînê ji bo çêkirina sabûna kewazê bi hevkariya Walîtiya Mardînê, Navenda Civakî ya Pir Bikêr (ÇATOM) û Komeleya Peyanerên Jin ve di sala 2007an de atolyeyek hatiye vekirin. Di vê atolyeyê de bi rê û rêbazên sirûştî sabûn tê çêkirin.
Hosteya Atolyeya sabûnên şengêlê Sadiye Sabasê diyar kir ku 6 sal e ji şengêlan sabûnê çêdike û wiha got: "Piştî gelek merheleyan sabûnek tê çêkirin. Em ewil avê di sîtilê de germ dikin. Paşê jî rûn berî nav avê didin û dikelînin. Madeya kostîk a ku sabûnê çêdike jî berî nav didin û piçek jî xwê pê wer dikin. Carna hetanî 10 saetan dikelînin. Sabûn piştî ku çêbû em 3 saetan bende dimînin ku bila hevdu bigire. Di vê demê de av û kostîka zêde bi xwe dadiwere. Em sabûnê dikin satilan û dirêjin ser dezgehên texte û dûz dikin. Sabûh li ser texteyê 2 rojan dimîne. Paşê bi qaliban jê dikin û ji bo ku ziwa bibin nêzî 15 rojan disekinin. Piştî vê sabûn ziwa dibin û ji bo bikaranînê amade ne. Sabûna ku baş bikele, baştir e."