31 Adar 2016•Rojanekirin: 04 Nîsan 2016
GAZÎANTEP
Fîrmayeke ku li Gazîentabê di sala 1943an de vebû di nav 73 salan de ji 5 milyonî zêdetir qaseyên pera yên ji pola çêkir û firot 30 welatî.
Gazîanteb di qada pîşesazî, cotemenî, tûrîzm û gastronomiyê de di nav bajarên li herêmê ne de pêş ve çûye. Ji gelek tiştên ku îxracî derveyê welat dike de yek jê jî qaseyên pera yên ji pola ne.
Atolyeya ku vî karî dike di sala 1943an de vebû û niha li seranserê bajêr 5 atolye yên heman karî dikin hene, di nav heftekê de nêzî 10 qaseyî çêdikin û difiroşin hundir û derveyê welêt.
Xwediyê fîrmayê Yunus Kiratli der heqê atolyeyên xwe de agahî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di sala 1943an de cara ewil kalê wî li Gazîentabê atolyeya dest bi vî karî kir û qaseya ji pola pera tê de tê veşartin vekir.
Kiratli ragihand ku fîrmaya wan jî di nav de saziyên din ên li bajêr di bazara qaseyên perayan de xwedî gotin in û malê xwe îxracî çar aliyê dinyayê dikin û tên naskirin û wiha pê de çû: "Cara ewil kalê min Alî Osman Kiratli li Gazîentabê dest bi vî karî kiriye. Paşê birê wî di sala 1960î de atolyeya duyemîn vekiriye. Niha li bajêr 5 îmaletxaneyên qaseyên ji pola hene. Bi tenê ji atolyeya me di nav 73 salan de 5 milyon qase hatine çêkirin û îxracî 30 welatî hatine kirin. Gazîentabê di vê mijarê de xwe ji çar aliyê dinyayê re îspat kir. Ji Çînê bigir heta Rûsyayê, ji Îranê bigir heta Arnavutlukê em bi gelek welatan re dixebitin."
Yunus Kiratli destnîşan kir ku di sala 1995an de Serokomariyê ji ber hewl û xebatan xelat da wan.