Saziya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK) diyar kir ku qedexeya der barê weşandina texmîn, ankêt û lêkolînên raya gişkî yên li ser hilbijartinê sibê dest pê dike.
Di daxuyaniya nivîskî ya RTUKê da hat destnîşankirin ku di biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) da hûrgiliyên qedexeya li ser weşana hilbijartinê hatine eşkerekirin û wiha hat gotin:
"Di çarçoveya biryarên bi hejmara 236 û 290î yên LHByê da dema 10 rojên beriya hilbijartinê sibê dest pê dike. Ji 28 gulanê pê da hetanî 6ê hezîranê saet 18.00î li gor qedexeyên li ser weşana hilbijartinê parvekirina lêkolînên raya gişkî, weşandina ankêt, texmînan, bi têlefonê kirina referamdumên piçûk qedexe ye. Li gor vê tu kes nikara karekî ku biryara hilbijêran biguherîne bike."
Wek mayîn wiha hat gotin: "Beşdarbûna vekirina saziyên dewletê, saziyên girêdayî qanûna bankeyan, cemiyetên raya gişkî, mieseseyên dewletê yên îqtisadî, mieseseyên girêdayî şaredariyan, yên îdareya taybet ên bajêr, daxuyanîdayîn, şîrovekirin û weşandin hatiye qedexekirin. Bira saziyên ku xizmeta medyayê didin bala xwe bidin vê biryarê."