21 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2015
Hin qedexeyên hilbijartinê û serbestiya propagandayê ya ku Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) ji bo Hilbijartina Giştî ya Parlementeriyê ya Heyama 26emîn a ku dê 1ê sermawezê de bê kirin, diyar ki ji sibê pê ve dest pê dikin.
Li gor vê serbestiya propagandayê û hin qedexe dê ji sibeha roja dehemîn a beriya roja dengdayînê ango sibê dest pê bike û roja beriya roja dengdayînê di saet 18.00an de biqede.
Namzedên serbixwe û partiyên siyasî yên ku beşdarî hilbajartinê dibin heta xilasbûna maweya propagandaya hilbijartinê dê bikarin di çapemeniya nivîskî de bi rêya îlan û reklaman an jî bi vekirina malperan bi devkî, nivîskî an jî bi dîmen propagandayê bikin.
Dê nekarin peyaman ji e-maîlan re, peyamên bideng, bidîmen an jî nivîskî ji telefonên sabît an jî yên destan re bişînin û bi vî awayî propagandayê bikin. Lêbelê partiyên siyasî dê her dem bikarin ji endamên xwe re peyamên bideng, bidîmen an jî nivîskî bişînin.
- Weşandina anketan qedexe ye
Di maweya deh rojên beriya roja dengdayînê de bi rêya amûrên çapemenî û weşana nivîskî, devkî û dîtbarî lêkolînên raya giştî, anket, texmîn, bi telefonên agahî û ragihanê bi navên referandûma piçûk dê qedexe be ku ji bo leh û aleyha partiyeke siyasî an jî nemzedekî an jî wekî ku bandorê li ser dengê welatiyekî bike weşan bê kirin.
Weşanên ku derveyî vê maweyê tên kirin dê li gor rêbazên bêterefî û rastiyê bin. Di dema weşandina lêkolînên raya giştî û anketan de dê mecbûrî be ku bê eşkerekirin ka lêkolîn ji aliyê kîjan saziyê ve hatiye kirin, jimara kesên ku serê lêkolîn hat kirin çend e, lêkolîn ji aliyê kî ve hatiye fînansekirin. Rêbazên weşanê û propagandayên ku dê li gor hikmên vê madeyê bên kirin dê ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve bên diyarkirin.
Ji roja ku propagandaya hilbijartinê dest pê dike heta roja piştî dengdayînê lidarxistina merasimên ji ber kar û xizmetên ku ji çavkaniyên dewletê, îdareyên bibudçeya kamûyê, îdareyên taybet ên bajêr, şaredarî û miessese, teşekulên dewletê yên îqtisadî û miesseyên ku van avakirine û hevkariyên wan û kesên tuzel ên kamûyê û teşekulên girêdayî Lijneya Wezîran hatine kirin (vekirin û xîmavêtin jî di nav de) axaftin, dayîna hevpeyvînan û der barê van de weşan kirin, dê qedexe be.
Di nav heman maweyê de serokwezîr, wezîr û parlementer dê di geşetên xwe yên nav welêt ên ji bo propagandaya hilbijartinê dê nekarîn otomobîlên meqamê û wesayîtên ku ji bo xizmeta fermî hatine tehsîskirin, bikin. Di geştên ku ji bo vê niyetê tên kirin de dê merasimên pêşwazîkirin û oxirkirina ku ji protokolê ye, neyên kirin û ziyafetên fermî neyên dayîn. Serokwezîr û wezîr dê di fealiyetên xwe yên ji bo hilbijartinê û axaftinên xwe de girêdayî hikmên qanûna bi nimreya 298 bin. Her wiha di nav vê maweyê de dê tu karmend nekarin beşdarî geştên ku serokwezîr, wezîr, parlementer û namzed ji bo propagandaya hilbijartinê û der heqê wê de dikin, bibin.