Li Îdirê qijika ku ji ber serma û seqemê baskên wê cemed girt û ji ser darê da ket xwarê, hat parastin.
Li Îdirê bi şev germahiya hewayê dikeve û ev jî herî zêde bandorê li ser heywanên çolê dike. Li navenda bajêr qijika ku ji ber serma û seqemê baskên wî cemed girt û ji ser darê da ket xwarê, hat parastin.
Welatiyê bi navê Kemal Yalinkaya qijik li hewşa Şaredariya Îdirê dît. Yalinkaya destnîşan kir ku çûk di serma û seqemê da nikarin bijîn û wiha got: "Qijik birîndar nebûye. Ji ber serma û seqemê nikare baskên xwe li hev bixe û bifire. Birçî maye û divê were xwedîkirin."
Midûrê Şaxa Karên Avê û Daristanê Mete Turkoglu qijik hilda û got em ê xwedî bikin.