Endamên Komelaya Kêsên ku Edaletê Diparêzin (ASDER) û Navenda Stratejîk a Kêsên ku Edaletê Diparêzin (ASSAM) li 7 bajaran xebat kirin û pişt re encamên rapora "Di Merhaleya ku Pêvajoya Çareseriyê Gihişt de ADER-ASSAM" parve kir.
Serokê ASSAMê Adnan Tanriverdî di civîna ku li Zanîngeha Uskudarê hat kirin de axivî û qal kir ku lêkolinê li Hekarî, Şirnex, Mêrdîn, Batman, Şanliûrfa û Diyarbekirê kirin.
Tanriverdî got li gor raporê divê hêzên ewlehiyê yên li hin bajêr û navçeyan ji aliyê kalîte û kemiyetê ve bên teqwiyekirin û digel vê yekê ji bo ku endamên rêxistinê ji çiyê bên difê muesseseya efûyê bikeve dewrê û wiha axivî: "Lê belê divê bê diyarkirin ku bi çi awayî dibe bila bibe divê bi tu awayî di kadroyên ewlehiyê, leşker û burokrasiyê de peywir nedin endam û alîgirên rêxistinê yên ku çek girtin e destên xwe û perwerdeya çekan dîtine."
Tanriverdî destnîşan kir ku divê ji bo kesên ku di kadroyên rêxistina terorê de cî girtine di nav dezgehên aboriyê yên ku dewlet dê bigire nav çarçoveya teşwîqê, bixebitin derfetan çêkin û got ku divê ji bo serkeftina pêvajoya tiştên ku hatine kirin û yên ku dê bên kirin ji gel re bên qisekirin û bihêlin ku gel beşdarî pêvajoya çareseriyê bibe.
Tanriverdî wiha axivî: "Dewlet ji bo ku nehêle ku kadroyên bajêr û yen çiyê yên rêxistina terorê li bidestketiyên ku dewletê pêk anîn xwedî derkevin û tehdeyê li gel nekin, divê saziyên sivîl ên civakî, saziyên pîşeyan û rîspiyan jî di pêvajoya çareseriyê de wek muxatab qebûl bike."
Tanriverdî li ser mijarên perwerdekirina peywirdarên ewlehiyê yên ku nirxên mirovên herêmê qebûl kiriye, zêdekirina derfetên aboriyê, teşwîqkirina veberhênanên pîşesaziyê yên biçûk jî sekinî û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Divê aliyê rojavayê welatê me jî pêvajoya çareseriyê qebûl bike, zanîngehên me, saziyên perwerdeyê, saziyên civakî yên sivîl, saziyên pîşeyan, yekîneyên îdareyê yên mahallî û mulkî, cemeat, rîspî, kûlubên fikrê, alema me ya hunerê, saizyên me yên weşan û çapemeniyê seferberiya giştî îlan bikin û bi semîner, panel, sempozyum, civîn û xwepêşandanan piştgiriyê bidin teşebûsa hikûmeta me ya ser rê ya rast."
-Kesên naxwazin ku dereng bixin û jê îstifade bikin, hene"
Serokê ASDERê Prof. Dr. Nevzat Tarhan jî da zanîn ku li Tirkiyeyê derbasî heyameke lihevkirinê bûn û got "Li Başûrê Rojhilatê Anadolyê hêviyeke mezin çêbû. Heke ev hêvi di nav 6 mehan de ango heta hilbijartinê bi hêvîşikestinê biqede, li Tirkiyeyê kesên naxwazin ku dereng bixin û jê îstifade bikin, hene."
Tarhan got ji ber vê yekê lihevkirineke xirab ji nediyariyê çêtir e û destnîşan kir ku di van mijaran de divê bi lezgînî biryar bê dayîn.
Tarhan wiha axivî:
"Piraniya daxwazên welatiyên ku wir dijîn ên der barê wekheviyê de hatin bicîanîn. Lê hewceyî bi guherîna destûra bingehîn heye. Ev tê gotin. Dixwazin ku ji Destûra Bingehîn peyva tirkê bê derxistin. Lê di rastiya xwe de di rapora ku me pêşkêş kir de ji destûra bingehîn peyva tirkê nayê derxistin. Gotina şovenîst a peyva tirkê tê derxistin. Di raporê de li ser vê yekê jî sekinîn. Divê li vir li serê bisekinin ku welatiyên Komara Tirkiyeyê yên ku bi eslê xwer kurd in xwe bi awayekî eşkere îfade bikin."
Tarhan destnîşan kir ku gelekî girîng e ku hestên aidiyetê yên welatiyên li Başûrê Rojhilat bên zêdekirin û wiha axivî: "Ji bo ku em van hestên aidiyetê zêde bikin hin jestên psîkolojîk hene. Yek ji van jestan jî ew e ku 16 stêrkên di forsa serokomariyê de derxînin 17 stêrkan.Lêzêdekirina stêrka 17emîn a ku dê bibe nîşaneya Xanedana Selahaddînê Eyubî û li Qesra Serokomariyê îfadekirina vê yekê dê hestên aidiyetê yên mirovên li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê zêde bike. Samîmeyeta di pêvajoya çareseriyê de dê zêde bike."