Li ser nûçeyên dibêjin ku Kobanê ji destê DÎŞIya rêxistina terorê hat xilaskirin, li Diyarbekirê pîrozbahî hatin kirin.
Pîrozbahî ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li Qada Batikentê ya Diyarbekirê hatin kirin û kesên ku beşdarî pîrozbahiyan bûn li ber stranên hunermendên herêmî govend kirin.
Piştî axaftinên Hevserokê Giştî yê DBPyê Kamûran Yuksel û Hevseroka PYDyê Asya Ebdûllaha ku ji Kobanêyê telefon kir û li ser telefonê axivî, kevok hatin firandin.
Di dema pîrozbahiyan de fişengên hewayî hatin avêtin û peywirdarên partiyê nehişt ku zarok kevir biavêjin trêna barê ya ku di dema pîrozbahiyan de ji nêzî qadê derbas dibû.
Ji aliyê din ve Arîkara Hevseroka Giştî ya HDPyê Meral Daniş Beştaşa ku beşdarî pîrozbahiyan bû jî bi welatiyan re govend kir.
Li navçeya Sîlvanê komeke ku li Qada Azîzogluyê kom bûn, li ber stranan govend kirin.
Di çarçoveya çalakiyê de koroya ku ji zarokên kobanêyî pêk tê, stran gotin.
Li navçeya Kûlpê jî kesên ku li ber şaredariyê kom bûn li ber dahol û zirneyê govend kirin.
-Pîrozbahiyên li Îzmitê
Koma ku li Îzmita navçeya Kocaeliyê kom bû jî ji ber rizgariya Kobanêyê pîrozbahî li dar xistin. Koma ku li ber Xana Karê ya Şaredariyê hat bal hev dirûşme berz kirin û meşiya. Kesên di komê de bi dahol û zirne heta Parka Cûmhûriyetê meşiyan, stran gotin û govend kirin.
Kom piştî daxuyaniya vir belav bû.
-Pîrozbahiya li Tûnceliyê
Li Tûnceliyê jî ji ber rizgariya Kobanêyê pîrozbahî hatin lidarxistin.
Komeke bi qasî 80 kesî li Kolana Şehîdên Sîvasê ya li Taxa Gazikê a navend hat bal hev û ji vir bi meşeleyan belavî nava kolanan bû.
Kesên di komê de dîsa hatin Kolana Şehîdên Sîvasê û Serokbajarê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ergîn Dogrû vir li ser navê komê daxuyaniya çapemeniyê da. Dogrû got "Serkeftina Kobanêyê ne serkeftina kurdan tenê ye, ew serkeftina hemû gelên li cîhanê ye."
Kom piştî daxuyaniyê govend kir û pişt re belav bû.