Keştiya Mavî Marmarayê 5 sal berê ji bo ku alîkariya mirovahî bigihîne Xezeyê bi rê ket lê leşkerên Îsraîlê êrîş kirinê û kesên ku mirin yek jê jî Fahrî Yaldiz bû. Hasan Yaldizê birayê Fahrî Yaldiz got: "Rêwiyên Mavî Marmarayê hişê ummetê anî serî."
Hasan Yaldiz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku Îsraîlê 5 sal berê êrîşî keştiya ku wê alîkariya mirovahiyê bibira Xezeyê kir.
Yaldiz got ku "Rêwiyên Mavî Marmarayê hişê ummetê anî serî" û wiha dewam kir: "Nîvê zehfê rêwiyan avjenî nizanibûn. Ev li wê keştiyê siwar bûn û nîşanî ummetê dan ku wê çawa li ser behrê bimeşin. Gotin ku 'Keştiyek dikare çi bike' Vaye keştiyek vê gavê bû sedema şiyarbûna ummetê."
Yaldiz got ew bawer dike ku edalet jî wê zû dereng tecellî bike û destnîşan kir ku ew dev ji doza xwe bernadin, lê derdê wan ne pere ye, doza wan a eslî Mescida Eqsayê ye, rakirina ambargoya li ser Filistînê ye.
Nûnerê Semsûrê yê ÎHHyê Fadil Akkuş jî got ku doza Mavî Marmarayê hem li welêt hem li derveyî welêt dewam dike.
Akkuş got ku daxwaza malbatên ku xizmên wan di êrîşê da hatin kuştin ne maddî ye, ew dixwazin ku hem ambargoya li ser Filistînê rabe û hem jî mirovên Filistînê azad bijîn.
Akkuş got ku ev doz dema Filistîn azad bibe wê biqede.