VAN
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û baranê rêya 224 gund û taxên Wanê, 250 gundên Bidlîsê, 270 gundên Mûşê, 21 gundên Hekariyê hat girtin.
Li Mûşê ji ber berf û bagerê rêya 270 gundan vê gavê girtî ye. Ekîbên Îdareya Taybet a Mûşê ji bo vekirina rê bênavber dixebitin. Ekîbên Şaredariyê jî kuçe û kolanan paqij dikin û rê xoy dikin.
Di daxuyaniya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku ji berf û bagera ku li bajêr heye rêya 224 tax û gundan girtî ye, ekîb ji bo vekirina rê bênavber dixebitin.
Di daxuyaniya Walîtiya Bidlîsê da jî hat destnîşankirin ku ji berfa ku dem bi dem dibare rêya 250 gundî hatiye girtin, ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr xebatên vekirina rê didomînin.
Wek mayîn li Xelat û Edilcewaza navçeyên Bidlîsê ji ber berfê û bagerê xwendingeh ji bo rojekê hatin tetîlkirin. Li van navçeyan ji bo xebatkarên astengdar û bizaro jî 2 roj tetîl hat dayîn.
Li Hekariyê jî ji ber berf û bagerê rêya 21 gund û 77 goman hat girtin. Ji bo vekirina rêya gund û goman ekîbên Îdareya Taybet xebatên xwe didomînin.