MÛŞ
Li Mûşê Şaredariya Kopê di çarçoveya projeya "jiyana pirzimanî" de tabelaya kurdî û tirkî li ber deriyê avahiya xizmetê ya şaredariyê daliqand.
Serokatiya Şaredariyê berê li ser odeyan tabelayên kurdî û tirkî daliqandibû, niha jî tabelaya avahiya xizmetê ya li ser Kolana Suat Îsakoglu guherand û tabelaya ku li ser bi kurdî "Şaredariya Kopê" dinivîse daliqand.
Piştî daliqandina tabelayê Seroka Şaredariya Kopê Fîgen Yaşarê daxuyanî da û destnîşan kir ku ev gaveke derengmayî ye û got ku em ê xizmeta pirzimanî bidin xelkê xwe.
Yaşarê diyar kir ku mafê gel e ku bi zimanê xwe xizmetê bibîne û wiha got: "Ev ne tenê du zimanî ye, ev xizmeteke pirzimanî û piralî ye. Jixwe ji bilî tiştên fermî em rojane bi kurdî diaxivin. Ev ji berê de wiha ye. Pirzimanî cihêtiyê dernaxe holê, yekbûnê derdixe holê."