12 Adar 2019•Rojanekirin: 13 Adar 2019
Selîm Sadakê Şaredarê Sêrtê yê berê yê ku bi îdiaya ji ber ku di mitînga HDPyê ya li Wêranşara navçeya Şanliurfayê da propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê kiriye hatibû binçavkirin, hat girtin.
Karûbarên li ewlekariyê yên Selîm Sadakê Şaredarê Sêrtê yê berê yê ku bi îdiaya di mitînga HDPyê ya li rêya Demircilerê da propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê kiriye hatibû binçavkirin hatin temamkirin.
Piştî kontrola tenduristiyê Sadak sewqî dadgehê kirin û bi biryara hakimtiya noberdar hat girtin.
Wekî mayîn hat ragihandin ku karûbarên fermî yên 2 şikbarên bi Sadak ra hatibûn binçavkirin jî hê dewam dikin.
Di mitînga HDPyê ya pêr li Wêranşarê hatibû lidarxistin da Sezaî Temelliyê Hevserokê Giştî yê HDPyê û Selîm Sadakê Şaredarê Sêrtê yê berê axivîbûn. Piştî mitîngê Sadak û 2 kesên din bi îdiaya propagandaya PKK/KCKya rêxistina terorê kirine hatibûn binçavkirin
Wekî mayîn piştî mitînga li Wêranşarê Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê do operasyon kiribû û 4 kes bi îdiaya di mitîngê da propagandaya rêxistina terorê kirine binçav kiribûn.