25 Mijdar 2016•Rojanekirin: 26 Mijdar 2016
BITLÎS
Li Bidlîsê 5 kesê ku di çarçoveya operasyona dijî terorê da hatibûn binçavkirin ku di nava wan da Şaredarê Bidlîsê Huseyin Olan û Şaredarê Guroymakê Mehmet Emin Ozkan jî hene, hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê da Şaredarê Bidlîsê Olan û Endama Meclisa Şaredariyê Nevîn Daşdemir Dagkiran, Şaredarê Guroymakê Ozkan, Cîgira Şaredar Senaye Ata û Cîgira Serokwîlayetê yê HDPê Nazîme Avras piştî karûbarê wan yên li ewlekarî ji dadgehê ra hatin sewqkirin.
Piştî lêpirsîna dozgeriyê ya ku li Serdozgeriya Komarê ya Bidlîsê birêva diçe, Olan, Dagkıran, Ozkan, Ata û Avras ji sûcên "endambûna rêxistina terorê, fealiyet û çalakî lidarxistin li ser navê rêxistina terorê, alîkarî û piştevaniya rêxistina terorê" hatin girtin.