25 Mijdar 2016•Rojanekirin: 26 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li ser telefonê axivîn.
Çavkaniyên serkomariyê diyar kirin ku herdu serokan li tenişt têkiliyên dualî di serî da Sûriye behsa mijarên herêmî kirine.
Herwiha li ser mijara êrîşên li dijî leşkerên Tirkiyeyê yên li derdora Babê ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da li wêderê ne axivîn. Hat ragihandin ku di mijara xurtkirina hewlên çareseriya qeyrana mirovî ya li derdora Helebê li hev kirine.
Serokomar destnîşan kir ku Operasyona Mertalê Feratê nîşaneya biryardariya Tirkiyeyê di mijara dijeteroriyê da û anî ziman ku piştevanê yekparçeyiya axa Sûriyeyê ye.