Hüseyin Demirci
20 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2024
KARS (AA) - Li Sariqamîşa navçeya Qersê ya ku di nav navendên xweşiqitandinê yên girîng ên Tirkiyeyê da ye, xebatên amadehiyê yên ji bo zivistanê li Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê bênavber dewam dikin.
Navend xwedî berfa krîstal e û di nav daristanên çamê yên Sariçamê da ye ku turîstên herêmî û biyanî vê derê hez dikin. Amadehiyên li vir beriya zivistanê dewam dikin.
Navend li 2 hezar û 634 mêtro bilindahiyê ye û ji aliyê Şirketa Anonîm ya Bazirganî,Turîzm, Înşaet û Çiya ya Sariqamîşê va tê rêvebirin.
Li qada pîst û tesîsên mekanîk nêzî 5 mehan e amadehiyên heyama zivistanê dewam dikin ku li 10 pîstên ku dirêjahiya wan qasî 30 kîlomêtro ye xebat wê heta dawiya meha cotmehê bidomin.
Qaymeqamê Sariqamîşê Enîs Aslantatar ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ji serê havînê û vir va li gelek qadan xebat bi awayekî cidî dewam dikin.
Aslantatar wiha got: "Ji bo ku mêvanên me dema hatin vir betlaneya xwe bi awayekî herî xweş derbas bikin, hevalên me gelek girîngiyê didin tesîsên mekanîk. Sariqamîş bi berfa xwe ya krîstal navdar e û yek ji wan cihên li cîhanê ye ku xetereya berfê lê tune. Ez bawer im wek salên berê, îsal jî em ê heyameke têr û tije derbas bikin. Hêvî dikim berf zûtir bibare û em bi xizmeta herî baş mêvandariya mêvanên xwe yên ku wê bên li vir bikin."
Midûrê oteleke li navenda xweşiqitandinê Mehmet Saraç jî got ew amadiyan dikin ku mazuvaniya mêvanên ku wê bên vir baş bikin.