VAN
Li Koşka Çankakayê, di serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de nûnerên saziyên civakî yên sivîl civiyan. Nûneran piştî civînê daxuyand ku hikûmet piştgiriyê dide aştiyê, şer naxwaze, lê PKKya rêxistina terorê tim dewletê tehrîk dike û nûneran gel hev li hemberî vê bertek nîşanê rêxistina terorê da.
Ji nûnerên ku beşdarî civînê bûn Eşref Mutlu destnîşan kir ku civîna digel Serokwezîr Davutoglu kirin, baş derbas bû û got ku me cardin ji nêz ve dît ku hikûmet li ser vê mijarê bicidiyet disekine.
Mutlu detnîşan kir ku sekna saziyên civakî yên sivîl, li hemberî êrîşên terorê yên ku di demên dawî de zêdetir bûn yek e û wiha axivî: "Divê PKK teqez dev ji şer berde. Heke PKK çek deyne û derkeve derveyî welêt dê operasyon jî rawestin."
-"Hikûmet aştiyê dixwaze"
Hîndekar, Lêkolîner û Nivîskar Veysel Yenîgul jî got ku ji destpêka pêvajoya çareseriyê heta niha, PKK û KCKê hin gavên ku dibin sedema sabotekirina pêvajoyê avêtin; lêbelê hikûmet li hemberî vê bi sebir tevgeriya. Yenîgul di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hesesiyeta herêmê û got ku HDP vê suîstîmal dike.
Veysel Yenîgul got: "Di qada siyasetê de bandora Qendîlê li ser HDPyê heye. Ji bo şer bi dawî bibe divê PKK dev ji şerê çekdarî berde û hêzên xwe yên çekdar derxe derveyî welêt."
-PKKê dewlet tehrîk kir
Nivîskar Vadettîn Înceyê ku beşdarî civînê bû jî wiha xeberda: "Di seranserê pêvajoyê de, PKKyê dewlet tehrîk kir. Ji ber vê yekê ev bûyer qewimîn. Dîsa bedêla hemû bûyeran kurd, malbatên esker û gelê herêmê dan."
Şehmûs Sevîşê Serokê Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Bûrsa û Diyarbekirê axivî: "Niha li welatê me bûyer diqewimin. Ev bûyer me hemûyan dixin nav gumanan. Daxwaza me ew e ku ev pêvajoya şer bi dawî bibe û rê li ber vê xwîna ku tê rêtin bê girtin."